Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê bombêt birex şeqamê li paytextê Iraqê peqîn


Karbidestêt Iraqî dibêjin ji encama peqîna bombeka birex şeqamê li Bexda bi kêmî dû efserêt parastinê hatine kuştin.

Desthelatdar dibêjin di wê peqîna evro li rojhelalta paytextê bi kêmî dû kesêt dî birîndar bûn.

Herwesa bombeka dî nizîkî karwanekê polîsê Iraqê li Bexda peqî û Associated Press ragehand ku sê kesêt sivîl di wê peqînê da hatine kuştin.

Leşkirê Amerîkî ragehand ku ji encama peqîna bombeka birex şeqamê her li Bexda serbazekê Amerîkî hate kuştin.

Li başora Iraqê, karbidestêt Berîtanî ragehand ku dû welatîyêt Meqdonî nizîkî Besre hatine revandin.

XS
SM
MD
LG