Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

U2 daxwaza nehêlana hejarîyê li Brezîlyayê diket


Hûnermendê muzîka rock û bizavkarê dozên civakî Bono dibêjît ew dê gîtareke xwe wek dîyarî bidete Brezîlyayê ji bo bernameya nehêlana hejarîyê ya serokê wî welatî.

Çaverê tête kirin ku ew stranbêjê koma U2 ya Îrlandî wê gîtara xwe paş konserta xwe ya duwem îro li Sao Paulo bidet.

Ew gîtar dê li muzayedê bête firotin û wî pare dê bidene bernameya “Birsîtî Tu ne” ya Serokê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva.

Ew bername ji bo hindê ye ku rojê sê danên xwarinê bidene feqîrûjarên wî welatî.

XS
SM
MD
LG