Pîşvenêrê taybetî yê Neteeweyên Yekgirtî li Efganîstanê ji milîtanên Efganî xwest da mayê xwe di zarokên Efganî nekin û hêrîşên dijî xwendîngehan û mamosteyan rawestînin.
Îro Pêncşem li Kabulê Tom Koenigs gote peyamhunêran ew tênagehe ka bo çi kesek dixwaze xwendîngehan xirab bike û got ev hêrîşe dijî mafê fêrbûnê û xwendinê ye bo zarokên Efganî
Di van hêrîşan de gelek xwendîngeh hatine wêran kirin. Bi dehan hatine şewitandin, nexasime xwendîngehên keçan û bisedan jî hatine daêxistin, piştî xirabkarên Taliban gefe kirîn.