Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Saûdî pênc milîtanên gumanbar kuştin


Erebîstana Saûdî dibêje hêzên wê yên tenahîyê pênc zilaman kuştine bi şika ku destê wan di bizava bombekirina sazgeheke niftê de hebûye.

Wezîrê navxweyî yê Saûdî dibêje şeş milîtanên gumanbar jî îro duşem hatine girtin û di lêpirsînê de wê ji wan pirs bêne kirin.

Ew pênc zilam li nêzî cîyekî ku malên xelkê lê bûn li Rîyadê di dema ku bi hêzên hikumetê re gulle berdidan hev hatine kuştin. Karbidest dibêjin du ji wan kesan di nav lîsta endamên El Qaîde de bûne ku Saûdî par li du wan bûne. Beşa Saûdî ya dezgehên ragihandinê yên terorîstan dibêje ew êrîş bi armanca lêdana sazgehên girîng yên Saûdî bûne.

Di êrîşa înê de karbidestên Saûdî dibêjin nobetdarên ber rafînerîya niftê gulle berdane du otomobîlan û herdu êrîşbirên xwekuj têde kuştine berî ku ew di wê êrîşê de bi serkevin.

XS
SM
MD
LG