Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê trafik hatîye qedexekirin û daxwaza aşbûnê tê kirin


Serokwezîrê Şî’a yê Îraqê daxwaza aşbûnê kir û her wisa çûn û hatina otomobîlan li Bexdayê qedexe kir.

Serokwezîr Îbrahîm El Caferî îro în, ji oldarên welatî hîvî kir ku dema ew di limêjan de di axivin bala xwe bidin gotinên xwe ku alozkarî pê sor nebin.

Şeva pêncşemê çekdaran êrîş bir ser du karxaneyên li bajêrokekî piçûk nêzî Bexdayê û bi kêmîve 18 karkerên Şî’a kuştin.

Di vê navê de hevalbendîya sîyasetvanên Sinne û Kurdan ji serokwezîrê Îraqê xwestin ku dev ji kar berde.

Sîyasetvan dibêjin Îbrahîm El Caferî li ber yekgirtina sîyasî astengek e belê peyivdarekî hevalbendîya Şî’a dibêje ew dê piştevanîya Caferî bikin ji bo karibe careke din li ser kar bimîne.

XS
SM
MD
LG