Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amnesty International dibêje hêzên Îraqî girtîyan îşkence didin


Komela Mafên Mirovan “Amnesty International” Lê xoşbîna Navneteweyî dibêje hêzên Îraqî ku digel hêzên Amerîkî kar diken girtîyên Îraqî îşkence diden.

Amnesty îro di raporteke xwe da dibêje rewşa mafên mirovan li Îraqê gelek xirab e û girtîyên li jêr desthilata hêzên parastina Îraqê têne lêdan û qutan û didene ber elektrîkê.

Amnesty dibêje jimareke girtîyan mirîne û bi hezaran Îraqîyên girtî ku hêzên hevalbenda dibêjin ji ber egerên parastinê hatine girtin hêjta çi tewan li ser wan dîyar nekirîne û rêk jî nedaye wan peywendîyê bi berevankarên qanunî biken.

Amnesty ji karbidestên hêzên hevalbenda û yên hikumeta Îraqî dixwaze da pêgirtinê bi mafên binaxeyên mirovan biken heke bixwazin çi şerê navxe peyda nebin.

XS
SM
MD
LG