Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nexweşîya Parkinson


Duhezar û sêsed zanist û nexweş û karbidestên tendurustîyê li Washington di Civîna Cîhanî ya Parkinson de kom bûne da li ser pêşketin, çareyên nû û saxkirina vê nexweşîyê bipeyivin.

Nexweşîna Parkinson bi giştî bi mêrên pîr re çedibe belê bi jinan, cihêl û ciwanan re jî carna çêdibe wek camêrê ku emê ji we re behsa wî bikin. Berî vê bi deh salan dema ku ew bîst tû heft salî bûye dixtoran digel Tom Isaacs de ev nexweşîn tesbît kirine. Nexweşîya Parkînson nexweşyeke wisa ye ku her ku wext di ser de dibuhure girantir dibe ji ber wê jî Isaacs her ku çûye xirabtir bûye.

Her ku tesîra dermanên wî kêm dibe an jî hêj bandor nedabeyê lerzek bi canê wî digre. Dema ku li Civîna Cîhanî ya li ser Parkinsonê dipeyîvî ev hat serê wî.

Isaacs rûnişt û di lerizî, milên wî bêy hemdê wî wirda virda dihejîyan. Gelek vekolîner berî axaftina wî li ser pirsgirêkên fîzîkî û psîkolojîk ku Parkînson dibe sebebê wê peyivîn. Isaacs dema peyivî rewşa xwe ya bi vê nexweşîyê jiband makîna ku cila dişo wek ku çewa makîne di şûştinê de cilan dizivirîne. Belê dibêje ev lerizîn û ricifîna ku bêy hişêwî di canê wî de peyda dibin ji tesîrên nebaş yên dermana vê nexweşîyê ne xirabtirin.

Dibêje bi tesîrên nebaş yên dermana vê nexweşîyê bedena wî wek xortoma tije av bê hemd dibe û dibêje hêj makîna cil şûştinê jî xirabtir! Carna jê kirinê bi van tesîran ew di nav bedena xwe de heps û girtî maye û li ser gotina wî wek ku ew di nav dolaba qeşayê de qefaltî mabe û nikare bilive, deng jê dernayê wek tayê canê wî sar o germo dibe.

Bi vê nexweşîyê canê meriv diricife û dilerze. Kesên ku nexweşîya kronîk ango herdem ya Parkinson bi wan re hebin carna birêveçûna wan bi zehmet e, carna wek ku mat mayîbin di cîyê xwe de dimînin û nikarin bilebitin. Ev nexweşîya ku di sîstema asabî de dertê bê çare ye û li ser cîhanê şeş mîlyon û sê hezar kes bi vê nexweşînê ketine.

XS
SM
MD
LG