Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran gefa dike ku dê zîyan gehête Amerîka


Îran gefa dike ku dê zîyan gehête Amerîka eger bernameya wê ya navokî bibine pêş civata tenahîyê.

Îranê ev peyame bo Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî li Vienna hinart û dibêje Washington jî dê rûbirû heman zîyanê be ku ew bixwe digehîne.

Hindek dîplomat dibêjin ev peyama Îranê gefeka eşkere ye ji alî welatekî xwedan petrol ve ku bi rêka petrolê zîyanê bigehînte welatên rojava.

Bi alîyekî din ve dîplomatên Amerîkî îro li kombûna Ajansa Hêza Atomîya Navnetewî got ku wextê hatî kêşeya bernama navokî ya Îranî bibine pêş civata tenahîyê da kiryarekî dijî Îranê biket ku li meha buhurî dest bi zaxkirina uranyumî kiryeve.

Amerîka û Yekîtîya Ewropî dibêjin Îran ya rastbêj nebûye di bizavêt xwe yêt navokî da û Amerîka jî Îranê xetabar dike ku bernameka nepenî heye bo çêkirina çekên navokî. Lê Îran dibêje bernama wê bo çêkirina hêza elektrîkê ye.


XS
SM
MD
LG