Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê kes li Tirkîye bi teqîneke bomba hatin kuştin


Bi kêmîve sê kes hatin kuştin û 19 kesên din jî birîndar bûne piştî wê teqîna bombeyê ku dibêjin serhildayên Kurd li bajêrê Wanê danîne

Polîsek, kesekî sîvîl û bergumanê xwekuj di teqînê de hatin kuştin ku êrîş bi ser otomobîla polîsan ve hatibû kirin dema ku di ber ofîsa fermandarê xwocîhî de derbaz dibû.

Karbidestên tenahîya Tirkîye dibêjin ji wan weye ku êrîşbirî bombe bi bedena xwe ve girêdaye. Dibêjin rewşa hersê birîndaran giran e.

Ew bûyer nêzîkî avahîyê walîyê Wanê qewimî. Polîsek, kesek ji xelkî û bergûmanek hatine kuştin ku dibêjin bi xwekujî ew êriş birîye ser otomobîla polîsan.

Karbidestên parastinê yên Tirk dibêjin ew bawer diken ku wî êrişkerî bombeyên bi xwe ve girêdayî peqandîne. Ji birîndaran rewşa sêyan bi xeter e.

Bi çend rojan berî wê kiryarê, serhildayên ji Partîya Karkerên Kurdistanê ango PKKê ya cidahîxwaz li bajêrê Batmanê çar polîs kuştibûn. Serhildayan li van mehên dawîn êrişên xwe zêde kirîne ji bo tengavkirina hikûmetê ku bi wan ra danûstandinan biket. Tirkîyê dibêjît ew digel terorîstan naaxivît.

PKK li destpêka şerrê çekdar daxwaza serxwebûnê dikir, paşê got daxwaza wê otonomî ye. Tirkîye, Yêkitîya Ewrûpî û Welatên Yêkgirtî yên Amerîkî PKK wek komeleke terorîst binav kirîye. Rêberên wan serhildayan li bakûra Îraqê ya jêrdestê Kurdan in û dixwazin rêberê wan Abdullah Ocalan li girtîgehê bi serê xwe bi tenê nebît. Ew di girtîgeheke li giraveke nêzîkî Stenbolê daye. PKK her wesa daxwaza efu an lêkxweşbûneke giştî diket ji bo hemî endam û rêberên xwe.

Ji alîyê dî ve, partîya serekî ya Kurdan, Partîya Demokrasî ya Gel, roja Duşembî gazî hikûmetê kir ku li xwendingehên dewletê zimanê Kurdî jî bête xwendin. Tirkîyê qedexe û sînorên ser zimanê Kurdî sist kiribûn li bin sengîya Yêkitîya Ewrûpî, ku hikûmeta Enqerê dixwazît têda bibîte endam. Niha destûr heye ku zimanê Kurdî li xwendingehên taybetî bête xwendin. Her wesa radyo û televîzyonên hem dewletê hem jî yên taybetî êdî dikarin bi demekî sînordar bernameyên Kurdî belav biken. Lê naveroka wan bernameyan li bin zêrevanî û sansureke tund e.

Şareza dibêjin zêdebûna êrişên serhildayan çêdibît hikûmetê ji liberdananên nû bo Kurdan veket li demê ku hesta niştimanperestîyê li seranserî Tirkîyê xurt dibît.


XS
SM
MD
LG