Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro li dadgehê Seddam Huseyn dest bi parastina xwe kir


Rêberê berê yê Îraqê Seddam Huseyn îro çarşem cara yekem dest bi parastina xwe kir di dadkirina wî ya li ser tawanên dijî mirovahîyê.

Li Bexdayê Saddam îro ji bo dadgeha li dijî wî û heft xosperên din got ev dadgeha Îraqê wek tîyatroyê ye û kenê xelkê pê tê. Piştî wê bi demek kin dadwerê serokê dadgehê derî ji dezgehên ragihandinê re girt ji ber ku Seddam bi gotina wî nekir û axaftina xwe ya sîyasî domand.

Saddam îro dest bi xweparastinê kir du heftî piştî ku Saddam qebul kir ku wî fermana kuştina 148 mêrên Şî’a dabû li sala 1982 li gundê Duceyl. Wî digot ew ferman li gorî qanûnê bûye û ew tev ji ber bizava kuştina wî tawanbar bûn li du biryara dadwerî.

Di demek berê de zirbirayê Saddam ku serokê agahîya Îraqê bû înkar kir ku destê wî di wan kuştinan de hebûye. Barzan El Tikrîtî jî got wî fermana girtina tu kesî nedayê û ew tenê du caran çûye wî gundî

Di kombûnên berê yên dadgehê de şahidên ku dadpirsan pêşkêşî dadgehê kiribûn digotin piştî bizava kuştina Seddam, girtina gundîyan Barzan birêvebirîye.


Ji bo hemu xosperan cezayê daleqandinê wê bê dan eger bê îzbat kirin ku wan ew kes dane kuştinê.

XS
SM
MD
LG