Breaking News

Hadley: Leşkirê Iraqê pêşve diçît

Şîretvanê bilindê parastinê yê serok Bush dibêjit leşkirê Iraqî pêşveçûneka berçav bidestive înaye û berpirsyarîyêt zêdetir digrîte sitoyê xwe li parastina welatî.

Şîretvanê parastina niştîmanî yê Amerîkî Stephen Hadley demekê direng roja eynî li hevpeyvînekê da digel televizyona CBS ev axaftine kirn.

Hadley got hêzêt Iraqî şîyane li demê çend mehêt bûrî herêmêt zêdetir li welatî tenah biken.

Ji layekê dîve, hikumeta Iraqî evro şembî ragehand ku şeş kes hatîne girtin bi gumana kuştina rojnamevanekê û dû hefkarêt wê.

XS
SM
MD
LG