Giropa çekdarîya Hemas pêkînana cabîneya hikumeta xwe ragehand û got ku navêt berbijarêt xwe li roja yekşembî dete serokê Felestînî Mehmûd Ebbas.
Hemas, ku li helbijardinêt perlemanî yêt heyva yek serkeftin bidestive îna, neşîya pişkdarîyê bi partîyêt dî yêt Felestînî biket li hikumeta xwe.
Partîya Fetih ya birêz Ebbasî ret kir ku pişkdarîyê li hikumeta Hemasî biket û got Hemas tivye li berahîyê tondûtîjîyê mehkum biket û pênasê bi rêkeftinêt aştîyê digel Israelê biket.
Birêz Ebbas tivye berbijarêt Hemasî bu hikumeta Felestînî bi pejrînit.
Hemas berpirsyarîya xwe biramberî bideyan hêrişêt xwekujî dijî armancêt Israelî ragehandiye.