Breaking News

Li sêyem salyada şerê Iraqê xwepîşandan dêne kirn

Bi helkefta sêyem salyada dest pê kirna şerê Iraqê bi sedan xwepîşanderêt dijî şerî bu roja dûyê ser yêk li jimareka bajêrêt Asya xwepîşandan saz kirn.

Nizîkî 600 bizavkarêt Malîzî evro yekşembî xwepîşandaneka aştîyane li pêş balyozxana Amerîkî li Kwala Lempur saz kir.

Bi sedan bizavkarêt dijî şerî li Syol û Tokyo xwepîşandan saz kirn û daxaza vekêşana serbazêt Korya Başûr û Japonê kir li Iraqê.

Li roja şembî, polîsê Berîtanî ragehand ku 15,000 kes pişkdarî di xwepîşandana Londonê kir.

Li bajêrê New York jî nizîkî hizar kesan xwepîşandanek saz kir.

Herwesa xwepîşandan li Denmark, Yonan, Ispanya, Turkye û Pakistanê hatine kirn.

XS
SM
MD
LG