Polîsên Îraqê, digel serbazên Amerîkî, bi kêmî ve 50 serhilda girtin paş êrişa wan li ser bingeheke polîsan li başûra Bexdayê.
Karbidestên Îraqî dibêjin serhildayan ew êriş îro berê spêdê li bajêrkê Medaîn kir.
Dîra linav wan û hêzên Îraqî û Amerîkî nêzîkî 2 seetan şer kir. Bi kêmî ve çar polîs hatine kuştin.
Rayedarên Îraqê dibêjin yek ji xirabkarên girtî hevwelatîyê Surîyê ye.
Roja Sêşembî serhildayan bi ser bingehê polîsan li bajêrkê Şahreban an Muqdadiye yê li bakûra Bexdayê da girtibû û pêtir ji 30 girtîyan jê berdabûn.
Komeke çekdaran roja Çarşembî êriş bire ser lorîyekê ku Misilmanên Şî’e ji seredana cihên pîroz li Karbala vedigêrandin û bi kêmî ve yêk kuşt.
Li paytextî du polîsên dî jî hatine kuştin.