Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başurê rojhilata Tirkiyê di kiryareke leşkerî de 6 serhilda hatin kuştin


Karbidestên Tirk dibêjin, di kiryareke leşkerî de 6 serhildayên Kurd hatine kuştin ku leşkerên Tirk li çiyayê Gebarê ya li ser sînora Îraqê bi rê ve dibir.

Karbidest dibêjin, di nav leşker û koma gêrîlayan de duh bi şev şer derketiye û di encama vî şerî de 6 serhilda hatine kuştin û 2 gêrîlla filîtîne.

Ji bo ku ew du gêrîlla werin girtin, li herêma pevçûnê operasyona leþkeran her berdewam e. Heger bê bibîranîn, sê roj berê ango 4ê nîsanê dîsa li Çiyayê Gebarê dema leşkerên Tirk kiryareke leşkerî bi rêvedibir, di navbera leşker û serhildayan de şer derketibû û di encamê de 5 leşker hatibûn kuştin û 4 hebê din jî birîndar bûbûn.

Karbidest dibêjin gêrîlayên ku hatine kuştin ew gêrîla ne ku 4ê nîsanê de 5 leşkerên Tirk kuþtibûn.

Ji aliyê din de jî, îro li beldeya Erîmlî ya bi ser navçeya Qerebegan (Aricak) a Elazîzê mayinek teqiya û di encama teqînê de du serbazên Tirk hatin kuştin ku yek ji wan yarbayek ango fermadarekî payebilind e.

Her weha serfermandarê Cendirmeyan li Elazîzê Albay Elî Ergulmez û leşkerek jî birîndar bûn. Hefteya çûyî li heman herêmê du parezvanên gund jî ji ber teqîna mayinê birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG