Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir 950 girtîyên komela Cema’al El Îslamîye ji girtîxanê azad dike


Karbidestêt Misrî dibêjin li deh rojêt buhurî 950 girtî ji zîndanê hatine azad kirin ku hemî endamêt komela milîtan ya Cema’al El Îslamîye bûn.

Karbidest dibêjin roja sêşembî nêzîkî 300 kes hatine berdan bi helkeftina roja li dayîk bûna Muhammed pêxemberî ku wek ku adet bi helkeftina vê rojê girtî têne azad kirin.

Hikumeta Misrê li serê salên 1990an bi hezaran endamêt Cema’al El Îslamîye û piştevanêt wan girtin demê wê komelê şereke çekdar yê vebir destpêkirî bahra pitir dijî Mesîhîyan û gerîde û rêvîngên bîyanî.

XS
SM
MD
LG