Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê serbazên Amerîkî li Îraqê hatin kuştin


Di daxuyanîyeke leşkerê Amerîka de dibêjin îro în sê serbazên Amerîkî hatine kuştin bi teqîna bombeyeke li kêleke rê veşartî li parêzgeha Babîl ya li başûra Bexdayê.

Ji alîyekî din ve leşker dibêje hêzên hevalbendîyê roja pêncşemê li nêzî Semarra sê kes girtine, bi şika ku destê wan di danana bombeyan de hebûye.


Piştre dibêje xirabkaran ji serê banekî gulle berdane hêzên hevpeymanan û wan jî bersivê dane û di encamê de sê xirabkar kuştine.

Dîsa ji alîyekî din ve Danîmarka gotîye ku ew dê ji nav hêzên xwe yên bi 530 kesan heyştê serbaz vekêşînin.

Wezîrê derve yê Danîmarka Per Stig Moller îro got welatê wî dixwaze firokeyên Herkul C-130 û 70 kesan tevlî bizava ji nûve avakirinê ya Neteweyên Yekgirtî bike.



XS
SM
MD
LG