Hikumeta Îranê dibêje serokê wan Mahmûd Ahmedînecad ji serok Bush re nameyekê şandîye û di nameyê de bi gotina wan daxwaza “çareyeke nû” tê kirin da ku tengasîya ku têklatîya Tehran û Washington ketîye nav ji holê rabe.
Peyivdarê hikumeta Tehranê Xulam Huseyn Îlham dibêje rêberê Îranî “ji bo ku çareyek ji vî halê dawîn yê dinyayê re bê peyda kirin rêyên nû pêşkêş kiriye.” Wî ji bilî vê yekê tu tiştekî din negot û qet behsa kêşeya navneteweyî li ser bernameya Îranê ya navokî jî nekir.
Li Washington Şêwirmendê Tenahîya Netewî ya Welatên Yekgirtî Stephen Hadley îro sibêde li ser televîzyona NBC got heya wî ji vê nameyê tuneye. Hadley dubare kir ku Welatên Yekgirtî naxwaze Îran zaxkirina uranyumê bidomîne û hikumeta Bush ji bo ev armanc bi serkeve wê têklatîya xwe bi hevalbendên xwe re bidomîne.
Tehran dibêje nameya serokatîyê bi rêya balyozxaneya Swîsrayê li Tehranê hatîye şandin. Name di nav 25 salên buhurî de ya yekemîn e ku serokê Îranê ji Qesra Sipî re dişîne.
Têklatîyên dîplomatîk di navbera Welatên Yekgirtî û Îranê de di sala 1979 da xerabûbû û ji ber ku milîtanên Îranê ketibûn balyozxaneya Amerîka li Tehranê û 50 Amerîkîyan revandibûn û zêdeyî salekê ew rehîn wergirtibûn.
Welatên Yekgirtî nav di Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî dide ku fermanê bide Îranê bo bernameya xwe ya navokî rawestîne û bi taybetî dev jî zaxkirina uranyumê berde ji ber ku ev kar bi kêrî çêkirina bombayên navokî tê.
Wezîrê derve yên pênc endamên herdem yên Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî (Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya û Çîn) tevî yê Almanya îro li New Yorkê kom dibin da li ser meselê bipeyivin.