Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas û Fetih dîsa pevçûn: 9 Birîndar


Li dûwemîn roja şerrê linav çekdarên ji komelên Hemas û Fetihê li devera Xezze bi kêmî ve neh kes birîndar bûn.

Şahid û karmendên hewarçûnê dibêjin ji birîndarên şerrê bi tifengan li bajêrê Xezze çar zarok in. Roja Duşembî li bajêrê Xan Yunis sê çekdar hatibûne kuştin.

Ji bo şerrî her alîyek egereke cida didet. Serokwezîrê Desthilatdarîya Filistînîyan Îsmaîl Hanîye gazî wan koman kir ku wan bûyerên dilnexweşîyê bidawî bînin.

Serokê Filistînîyan Mehmud Ebbas ku rêberê Fetih e, gazîya xweragirtinê kir.



XS
SM
MD
LG