Li Somalya pitir zêdegavî û lêkdan bi şevê li Mogadîşû qewimîn û bi kêmî ve 20 kesêt dî hatine kuştin. Bi vê jimara giştî ya kesêt ku di van rojan de hatîne kuştin gehîşte pitir ji 120 kesan.
Şahid dibêjin dengê topan û rêjînkan li seranserî Mogadîşû ya paytext duhî êvarê dihate bihîstin.
Raport ji paytextê radigihînin ku gulletop bi xanîya keftîne û bi sedan akîncîyêt hindek rindeka derkeftîne, piştî milîtanêt Îslamî û hevalbendîyeke Almanî roja yekşembî bi şer hatîn.
Rîsipîyêt Eşîretan bizavê diken ku danûstandinan bikin bo rawestandina şerrî li Mogadîşû.