Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raportek belav bû li ser êrîşên bi bomba li Londonê


Raporta Komîteya agahî û tenahîyê ya Parlamanê pê hissîyaye ku karbidest dikaribûn kêm tişt bikin di derbarê wan êrîşên bi bombeyan de ji ber ku pere û xebatkarên wan kêm bûn.

Di raportê de dibêje didu ji wan çar êrîşbirên Misilman yên Brîtanî bala hêza tenahîyê kişandine lê belê ji ber ku destê wan ne vala bûye tu lêkolînê di derbarê wan êrîşbiran de nekirine.

Şarezayê karûbarên parastinê Crispin Black dibêje raport ne temam e, dibêje; “Xuya ye ku ew bi kurtî dibêjin kêmasî di jêder û çavkanîyan de hebûye lê qayîl nebûne ku hê lêkolînekê jî li serê bikin ka gelo çima çar sal piştî êrîşên yazdê Îlonê kêmasîyeke bi vî awayî heye.”

Wezareta navxweyî ya Brîtanya herwisa raporteke din belav dike ku wê bi giştî li ser bizav û nîyetên êrîşbiran be.

XS
SM
MD
LG