Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka biryar da ku bi Lîbya re dest bi têklatîyên diplomatîk bike


Amerîka biryar da bo cara yekê li 25 salan têkelên dîplomatîk digel Lîbya destpêbiketeve û navê wî welatî ji lîsta piştevanêt terorîzmê raket.

Wezîra derve ya Amerîka Condoleezza Rice roja duşembî got ev biryare hate dan piştî Lîbya soz dayî ku dijî terorîzmê rawestet û bernama xwe ya navokî bi domahî bînet. Wezareta derve dibêjît hîvîdar e ku guhorîna çêbûy dê têkîlîyêt di navbera Amerîka û Lîbya da peyamê bo welatêt dî bihinêret; bi taybet Îranê û Koreya Bakûr, ku ew du welat bi gotina Washington bizavê dikin çekêt navokî çêkin.

Lîbya hatibû tawanbar kirin bi bombebarankirina dîlangehekê li Berlînê li sala 1986ê ku du serbazêt Amerîkî kuştin. Di bersiva wê hêrîşê da firokêt Amerîkî hêrîş kire ser Trablûs û Bingazî li Lîbya. Herwisa Washington tole danîne ser Lîbya.

Trablûs herwesa hatibû tawanbar kirin bi peqandina firokeka PanAm hindav Lockerbie li Skotlandê ku 270 kes kuştin.



XS
SM
MD
LG