Breaking News

Îro li Iraqê kuştin û tundutujî bê serî û binî ne

Polîsê Iraqê dibêje bi kêmî 21 kes hatine kuştin, ji wana çend polîs bûn, di çend êrîşên cuda de.


Ew dibêjin xirabkaran bombeka ser rêkê li nêzîkî navendeke polîsan teqand li bakûra Bexdayê. Li başûra bajêr jî çekdaran teqe li otoboseka karkeran kiriye.

Li bakûr li Kerkûkê jî çekdaran mamosteyek û xwendevanekî kuştin. Her îro pêncşem leşkerê Amerîkî li Iraqê got serbazekî Amerîkî hate kuştin di şerrekî de, duhî çarşembî li devera El Ambar, li rojavayê Bexdayê. Ew dibêjin hêzên Iraqî sê xirabkar kuştine û 10ên dî birîndar kirin di du şerên cûda de li bajarê Musulê li bakûr.

Li alîyekî din ve li rojavayê Bexdayê 15 werzîşvanên Tekwandoyê ku xwe ji bo Olîmpîyatên Iraqê amade dikirin hatine revandin. Karbidest dibêjin kesên ku ew revandine 100 hezar dolaran dixwazin ji bo berdana wan.

Li meydana sîyasî tête çaverê kirin, serokwezîrê destnîşankirî Nûrî El Malîkî roja şembîyê daxwazê ji parlamanê biketin kabîna wî ya hikumetê pesend biketin

XS
SM
MD
LG