Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xirabkaran li Iraqê 23 kes kuştin


Polîsên Iraqê dibêjin xirabkaran bi hin êrîşên nû li seranserê welêt bi kêmîve 23 kes kuştine.

Êrîşên herî xwînrêj teqandina du otomobîlên bombebarkirî bûn ku bi her yekê pênc kes hatine kuştin. Yek ji wan bi ser otomobîla polîsan ve teqîya dema ku bi nobetdarî di ber de dibuhurî. Ya duem jî li kolaneke bajêrê Sadr yê Şî’eyan li bazareke qerebalix teqîya.

Çekdaran herwisa li Bexda û Kerkûkê du mamoste kuştin.

Ev êrîş piştî kombûna di navbera serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî û serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blair da ya roja duşemê hatin kirin. Rêzdar malîkî gotibû berî vê sala bê wê hêzên Iraqê tenahîyê ji destê hêzên bîyanî wergirin li gelek cîyên welêt.

Ji alîyekî din ve çekdaran li bakûra Bexdayê çend kesên ku ji xwe re li kar digerîyan kuştin ku çar ji wan kesên kuştî hesinkar bûne.

Polîsan li paytextê cendekê xortekî dît ku çavên wî xortî girêdayî bûne û gulle bi serê wî ve berdayî bûye.


XS
SM
MD
LG