Breaking News

Welatên xweyî hêz li ser Îranê kom bûn

Pênc endamêt herdem li Civata Tenahîya Neteweyêt Yekgirtî digel Almanya evro li London kom bûne bo danûstandinan li ser kêşeya navokî ya Îranê.

Karbidest yên danûstandinan li ser pêşnîyazêt bazirganî û teknolojîyêt Ewropa bo Îranê kirin da Îran zaxkirina uranyumê rawestînet yan jî ihtîmale tole li ser bêne danan heke bi wan pêşnîyaza razî nebû. Belê ev welatêt kombûyî li ser biryareke dawî hêj li hev nekirine.

Raport radigihînin ku welatêt Rojava pêşnîyaz kiriye sazgeheke ava sivik bo hêza navokî bo Îranê ava bikin û xurtîyê digel Îranê bikar neynîn.

Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad demê evro li bajêrê Xurremşehr li başûra rojava Îranê diaxift, got Îran şîanda çêkirina keresteyêt sotina navokî bi diristî heye û got mafê Îranê teknolojîya hêza navokî hebit .

Bawerpêkerê Giştîyê Netewêt Yekgirtî Kofi Annan evro riştî li Îranê kir ku bi gotina wî ewrêt tarî li dewrûberêt bizavêt xwe yêt navokî raket.

Rojnama Washington Post li dûv gotina jêderêt ku navêt wan ne înaye radigihînet ku Îran bizavêt diket li ser kêşeya navokî rawtewxo digel Amerîka danûstandinan biket. Lê peyivdarê Seraya Sipî Tony Snow evro gote rojnamevanan heta ku Îran zaxkirina uranyumê nerawestînet Amerîka hizra danûstandinêt rastewxo digel naket.

XS
SM
MD
LG