Karbidestêt Endenosî dibêjin pitr ji sê hizar kes hatine kuştin û bi hizaran kes birîndar bun piştî çêbuna erdhejînekê li herêma Java.
Ew erdhejîna bi hêza 6.2 evro şembî nizîkî bajêrê Yogyakarta çêbu.
Karbidestêt biharîve çunê gehiştine cihê karesatê û harîkarîya xelkî diken da li rex û çanêt çîyayê Merapî dîrkevin, ku bu heye burkan lê çêbibit.
Japon dê tîmeka biharîve çûnê bu Endenosya hinêrit.
Australya, Malîsya, Fransa, Berîtanya û Russya amadebaşîya xwe bu pêşkeş kirna harîkarya ragehandîye.