Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêxê eşîreteka Iraqî yê binav û deng li Bexda hate kuştin

Desthelatdarêt Iraqî dibêjin çekdara şêxê eşîretekê yê binav û deng kuşt ku hefkarîya hêzêt Amerîkî dikir li şerê dijî xirapkara nizîkî tuxîvê Surya.

Karbidest dibêjin Şêx Osama Ceda’an û yek ji nubetdarêt wî li taxê Mensûr li Bexda hatine kuştin.

Şêx Ceda’an bi aşkerayî soz dabu hefkarîya hêzêt Amerîkî biket li parêzgeha Enbar.

Her li Bexda, ji encama du peqîna sê kes hatine kuştin u bi kêmî 17 kesêt dî birîndar bun.

Ev hêrişeş li demekê ye ku serokê wezîrê Iraqî Nûrî Malikî roja yekşembî kombuneka daxistî digel endamêt perlemanî girê da li bizavekê da bu destnîşan kirna wezîrêt navxwe û berevanîyê.

XS
SM
MD
LG