Komandarê Amerîkî li Iraqê, ceneral George Casey, feremana hinardina pitr ji yek hizar serbazêt zêdetir da bu Iraqê da li parêzgeha Enbar şerê xirapkaran biken.
Peyvdarê hêzêt firehnetewe, meycer William Wilhoite, gote Dengê Amerîka ku 1,500 serbaz ji Kuwaitê bu Iraqê hatine hindardin.
Peyvdarî got ceneral Casey dê biryarê det ka ew serbaz çend li Iraqê dimînin.
Hevdem, hêrişêt xirapkara li Iraqê berdewamin û li peqîna bombekê li bajêrê Hilleh 12 kes hatine kuştin û pitr ji 30 kesêt dî birîndar bun.
Herwesa desthelatdarêt Iraqî ragehand wan tîroristekê gumanlêkirî girtye ku pênaskirye wî serê sedan Iraqîyan birye.