Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Iraqê dibêjin wan li Baquba 9 serên jêkirî dîtine


Polîsên Iraqê dibêjin wan li bajêrokê Baqûba li bakûra rojhilata Bexda neh serîyên jêkirî di nav torbeyên plastîk de dîtine. Di van rojên dawî de ev cara duem e ku polîs leqayî bûyerên bi vî awayî tê.

Li beşeke li navenda paytextê teqîneke li nêzî cîyê ku texsî lê radiwestîyan bû egera mirina jinekê û bi kêmî ve kesek jî pê birîndar bû. Di êrîşên din yên li Bexdayê de îro bi kêmîve pênc kesên din jî bi gullebaranê hatine kuştin.

Di vê demê de ku serokwezîr Nûrî El Malîkî zorê dide da wezîran bibjêre ji bo du wezaretên gring, ev xirabkarî û şerên tîreyî diqewimin. Ji ber ku di nav hikumeta hevpeyman de partî li hev nakin rê xitimîye li ber biryardana bo herdu wezaretan.

Ji alîyekî din ve îro sêşem rêzdar Malîkî got ew dê 2500 girtî yên ku dest di tu tundutujîyan de nebûne bide berdan. Got wî ev pêngav ji bo ku hevgirtineke netewî bê ava kirin avêtîye.

Roja duşemê çekdarên ku cil û bergên polîsan li xwe kiribûn li navenda Bexdayê 50 kes revandibûn. Dibêjin bi kêmîve du hevwelatîyên Sûrî jî di nav wan kesên hatine revandinê ne.

Wezareta Navxweyî ya Iraqê dibêje destê wan di vî karî de nebûye û dibêje ew vekolînê li ser dikin.

Ji alîyekî din ve dadgeheke li Bexdayê biryar da ku zilamekî Iraqî heta dawîya jîyana xwe bête heps kirin ji ber ku alîkarîyê daye revandina karmenda alîkarî û hewarçûnê Margaret Hasan ku Brîtanî bû û li sala 2004 hatibû kuştin. Dageh Mistafa Selman bi alîkarîya kesên Margaret Hasan revandine sûcdar kir.

Hassan birêvebira rêxistina CARE International ya li Iraqê bû. Cendekê wê hêj nehatîye dîtin.

XS
SM
MD
LG