Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas razî bûye milîtanêt xo li cîhêt giştî li devera Xezze vekêşet


Karbidestekî hikumeta Filistînîya bi rêberîya Hamas dibêjit komela Hamas ya Îslamî razî bûye milîtanêt xo li cîhêt giştî li devera Xezze vekêşet.

Peyivdarê Hamas Gazî Ahmed evro got komela wî razî bûye ku bo kêm kirina tundîyê li Xezze milîtanêt xo ji rêkêt serekî û cîhêt giştî vekêşit.

Heyva yek Kanuna duê piştî hilbijartinan komela Hamas hate ser desthelatê û jêknegirtinên navbera Hamas û tîreya Fetah bûye egera şer û lêkdanan ku bi kêmîve 16 kes kuştin.

Serokê Filistînî Mehmûd Abbas heta domahîya vê heftîyê muhlet daye Hamas da bi nexşa azadîyê razî bit bo pênasînê bi Îsraîlê.

XS
SM
MD
LG