Breaking News

Li du peqîna li Bexda bi kêmî 8 kes hatine kuştin

Karbidestêt Iraqî dibêjin li du peqîna roja şembî li paytextê Iraqê bi kêmî 8 kes hatine kuştin.

Peqîna yekê li bazareka Bexda çêbu û têda bi kêmî sê kes hatine kuştin. Çend demjimêreka piştî hingî, otombîleka dî li navenda Bexda peqî û têda pênc kes hatine kuştin.

Herwesa roja şembî leşkirê Amerîkî ragehand ku serbazekê Amerîkî roja eynî li rojava Kerkukê hate kuştin.

Leşkirî herwesa ragehand ku wî zincîreka hêrişa encam dayne piştî kuştina rêberê tîrorist Ebu Musab El-Zerqawî roja çarşembî.

XS
SM
MD
LG