Leşkerê Amerîkî li Iraqê dibêjît 7 xirabkar hatîne kuştin û sê jî birîndar bûne bi hêrîşeka firoka evro nêzîkî bajêrê Baqûba.
Belavnameka leşkerî got wan xirabkaran têkilî digel rêberêt serekîyêt El Qaîde li Iraqê hebûn û got vê komela xirabkaran harîkarîya xirabkarên bîyanî kiriye li wê deverê.
Leşkerî got ku jimareka jinan û zarokan li wî cîhîbûn demê evro hêrîş li ser hatîye kirin û du zarok hatine kuştin.
Generalê Amerîkî William Kaldwel mixabinîya xwe dîyar kir li ser kuştina herdu zarokan û got di wextê hêrîşê da ew zarok digel xirabkara bûn demê teqe li hêzêt Amerîkî dikir.
Li heftîya buhurî rêberê El Qaîde li Iraqê Ebû Mûsab El Zerqawî bi hêrîşeka firokêt Amerîkî hatibû kuştin li derveyê Baquba.
Li Bexda polîsêt Iraqî got evro bikêmîve 6 kes hatîne kuştin bi peqîna bombeke ser caddê ku armanca wê basek bû ku kargerêt petrolê veduguhastin bo parzinîngeha serekî li Bexda.