Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs: Amerîka alîkarîya Pakistan dike bo Înfluenza Balindeyan


Welatên Yêkgirtî yên Amerîka dê amîr û destgehên ku demê pêhesyana vîrûsa nexweşîya balinde ji 72 seetan têxine 6 seetan bidete Pakîstanê. Bi wê pêhesyana bilez, kuştina nehewce ya mirîşk û teyrên dî dê ji holê rabît û xetera belavbûna nexweşîyê û vegirtina wê ji alîyê mirovan ve kêm bibît. Heta niha linav mirîşkên 28 çewlikên Pakîstanê nexweşîya balinde hatîye vedîtin û pêtir ji 120,000 mirîşk û qaz hatîne vekuştin.

Ji bilî wan amîrên bo bilez dîyarkirin û piştrastkirina hebûn an nebûna wê nexweşîyê, Amerîka her wesa 2,000 destên kelûpelên xweparastinê dayne kesên ku li Pakîstanê li dijî înfluenzaya balinde xebatê diken. Wek pişkeke bizava ji bo nehêlana wê vîrûsê, Amerîka dê her wesa alîkarîya Wezareta Tenduristîyê ya Pakîstanê biket ku çêtir lêkolînê li ser nexweşîyên vegir biket û bersingê wan bigirît û nehêlît ew belav bibin.

Amerîka li sala 2005ê Bizava Hevkarîya Navneteweyî li dijî Belavbûna Nexweşîya Balinde rêkxist, ku niha pêtir ji 90 welatan têda pişikdar in. Welatên Yêkgirtî yên Amerîka soza dana pêtir ji 330 mîlyon dolaran daye ji bo girtina bersingê nexweşîya balinde. Armanc ew e ku nexweşîyeke nû ya vegir linav mirovan hilnekevît û belav nebît.

Diktor dibêjin reng e vîrusa nexweşîya mirîşkan xwe biguhorît û we lê bêt ku mirov wê ji hevdu vegirin. Mirovan çi parastina ji wê vîrûsa nû nîne, lewma tiştekî wesa dikarît rê bidete belavbûna nexweşîyekê li seranserî dinyayê, nexweşîyeke giştî û her wesa mirinê.

Alîkara Wezîra Derve Paula Dobriansky got eger êşa mirîşkan wek nexweşîyeke we lê hat ku mirov ji hevdu vegirin, ew dikarît aborîyên welatan lawaz biket, bazirganî û gerryan û hatinûçûna linav welatan rawestînît, û her wesa tenahîya sîyasî jî têkvedet. Serok George W. Bush dibêjît çi welat nikarin wê xeterê piştguh biken, û her welatek berpirsîyar e ji bo pêhesyan û rawestandina belavbûna wê nexweşîyê.





XS
SM
MD
LG