Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush bi serêdaneke ji nişkê ve çû Bexdayê


Serok Bush bi serêdaneke ji nişkê ve çû Bexdayê û soza piştevanîyê da Serokwezîrê Îraqê Nuri el-Malikî û hikûmeta wî.

Bushî gote Malikî paşeroja Îraqê di destê wî daye û Amerîka xwudana soza xwe ya ji bo alîkarîya Îraqê ye.

Serokwezîr Malikî gote Serok Bushî hikûmeta wî rişt e ku serbikevît û pişta terorîstan bişkênît.

Paş danûstandinên digel karbidestên Îraqî, Serok Bush bi serbazên Amerîkî ra kombû û ji ber xizmeta wan sipas kir. Serokî got Amerîka dê berdewam alîkarîya Îraqê biket ji bo avakirina welatekî azad û girtina mirovên mîna Ebu Musab El Zerqawî, rêberê El Qaîdeya Îraqê yê ku li heftîya bihorî di êrişeke hewayî ya Amerîka da hatibû kuştin.

Ji destpêka şerrî ya sala 2003yê were eve duwemîn serêdana Serok Bushî bo Îraqê ye. Karbidest dibêjin Serokwezîr Malikî bi tenê pênc deqîqeyan berî kombûnê bi hatina Serok Bush hatîye agehdar kirin.

Berî aşkerabûna wê seredanê çaverê dihate kirin ku Serok Bush ji cihê bêhnvedana xwe li Camp David ya li derveyî Washingtona paytext bi rêya konferansa vîdeoyê bi rêberên Îraqî ra bipeyivît.

Li ser vê seredanê serokê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Omer Şêxmûs digel cîgirê serokwezîrê Iraqê Dr.Berhem Salih hevpeyvînek kiriye. Eger ku tu bixwazî guh bidî vê hevpeyvînê, ji kerema xwe li jor nivîsa bi rengê şîn ku dibêje ''Guh bide hevpeyvîna digel Dr.Berhem Salih'' bitiqîne.



XS
SM
MD
LG