Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Iraqî bergumanekî bilind yê terorê girt


Leşkerê Amerîka dibêje hêzên Iraqî di kiryara îro de xirabkarekî bilind li Bexda girtîye.

Karbidestên Amerîkî dibêjin zilamê ku li dû bûn yê bi navê Ebû Heyder El Oqabî rêberayetîyê ji şaneya kuştina xelkê re dikir ku meha buhurî destê wan di kuştina 14 serbazên Iraqî de hebû .

Endamên Hêza Hevalbendîyê bi rêberayetîya Amerîka li Iraqê di kiryara îro de şêwirmendîyê dikirin. Daxuyanîyeke leşkerî dibêjin Oqabî di vê dawîyê de bûye serokê ‘‘komikeke cezakirinê’’ ya ku ne bi rêya qanunî lê belê wek ku hukm dida li gorî serê xwe xelkê ceza dikir ji bo xirabkaran.

Herwisa îro komeleke milîtan ku têkilî El Qaîdeya Iraqê ye daxuyanî da ku ew dê wan çar Rûsên ku revandibûn, yên ku li balyozxaneya Bexda kar dikirin bikujin.

Daxuyanîya li ser malpera Şûra Mucahîddîn got Moskow daxwaza komelê ne anîyê cîh û xwe ji Çeçenya nekişandîye.


Ew kesên Rûsî di destpêka vê mehê de hatibûn revandin.

Ji alîkî din ve êrîşbirên ne dîyar yek ji parêzvanên bilind yê Seddam Huseyn kuşt. Polîs dibêje cendekê Xamîs El Obadî yê ku ji mala xwe hatibû revandin li Bexda hatîyê dîtin. Obadî sêyemîn parezvanê Seddam e ku ji dema destpêka dadgehkirina rêberê berê, ji meha deh Cotmeha par û virdaye ku hatine kuştin.

Îro li Bexda li kolaneke bajêrê Sadr yê Şî’a tirimbêleke bombebarkirî du kes kuştin.

Leşkerê Amerîka bizavê dike ku test û ceribandinên D.N.A bide kirin da bizanibin ew laşên lê bêrêzî hatîye kirin û perçe perçe kirî ku li bajêrokê Yusifîye li başûra Bexda dîtibûn gelo cendekê wan herdu serbazên Amerîkî ne an na. Roja înê êrîş li serbazan hatibû kirin û du ji wan hatibûn revandin.



XS
SM
MD
LG