Karbidestêt Amerîkî û Afganî dibêjin li operasyoneka mezin dijî xirapkara li başora Afganistanê bi deyan çekdar hatine kuştin.
Li beyannameka hêzêt hevalbendî hatye ku bi kêmî 65 çekdar li şer û lêkdana digel hêzêt hevalbendî li herêmêt Qendehar û Uruzgan hatine kuştin.
Li Qendehar 25 çekdar hatine kuştin û li Uruzgan nizîkî 40 çekdar hatine kuştin.
Pitr ji 10,000 serbazêt Afganî û hevalbendî pişkdarî di operasyonekê da diken li başora welatî ku mezintirîn operasyone ewêt ladana rijêma Talibanê liser desthelatê li sala 2001.
Bi kêmî 100 çekdar hatîne kuştin ewêt dest pêka wê operasyon li vê mehê.