Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li hêrişekê da bu ser mezargeheka Şî’a li Iraqê bi kêmî 12 hatine kuştin


Polîsê Iraqî ragehand ku li encama hêrişeka xwekujî bu ser mezargeheka Şî’a bi kêmî 12 kes hatine kuştin, ji wan 8 Iranî, û nizîkî 40 kesêt dî birîndar bun.

Polîsî ragehand ew hêriş sipêdeya roja pêncşembî bi armanc bu oldarêt Iranî buye, nizîkî mezargeha Maysem El-Temer li Kufe li başora Iraqê.

Roja çarşembî leşkirê Amerîkî ragehand ku buheye jimara peqînêt otombîla zêde bibît, jiber ku rêberê nu yê El-Qayde li Iraqê, Ebu Eyyub El-Mesrî, şarezaye di biwarê peqînêt otombîla.

XS
SM
MD
LG