Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda 42 kes hatine kuştin


Polîsê Iraqî ragehand ku bi kêmî 42 kes ji layê çekdara li rojavaya Bexda hatine kuştin.

Desthelatdar dibêjin çekdara otombîlêt xelkî li taxê Cîhad yê Bexda ragirtin û xelik înane xarê û paşî ew kuştin.

Karbidestekê wezareta navxwe got çekdarêt Şî’e li wê taxî bun û daxaza nasnamêt xelkî dikir da navêt Sunnîya bizanin.

Ev hêrişeş nizîkî mizgefteka Şî’a çêbu, ku şeva şembî bombek lê peqî û bi kêmî du kes hatine kuştin.

Ji layekê dîve leşkirê Amerîkî ragehand ku hêzêt Iraqî li hêrişekê da li devera Kazimîye neh xirapkar hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG