Breaking News

Serok Bush dibêjit Amerîka aştîyeka berdewam û seqamgîr bu kêşeya Israel û çekdarêt Hizbullah li Lubnanê divêt

Serok Bush dîsa got ku Amerîka aştîyeka berdewam û seqamgîr bu kêşeya nêvbera Israel û çekdarêt Hizbullah li Lubnanê divêt.

Li demê seredana xwe bu Miamî, Florida roja duşembî serok Bush got Iran û Surya divye piştevanîyêt xwe bu giropêt tîroristî bi dumahî bînin, ji wan Hizbullah jî.

Lê serokî çi rexne li Israelê negirtin.

Wezîra derve ya Amerîkî Condoleezza Rice roja duşembî li Urşelîmê got ku ew we bawer diket li vê heftîyê agirbest nêvbera Israel û Hizbullah çêbe.

XS
SM
MD
LG