Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi kêmî 25 kes li Bexda hatin revandin û 4 serbazêt Kurd yêt Iraqî hatin kuştin


Desthelatdarêt Iraqî dibêjin çend çekdarek bi cil u bergêt polîsê Iraqî bi kêmî 25 kes li taxekê Bexda revandin.

Serokê jûra bazirganîya Iraqî-Amerîkî û 11 karmendêt wî nêvbera wan kesan bun ku roja duşembî hatin revandin.

Eveş dawîtirîn serehatîya zincîreka kiryarên revandinêne li seranserî Bexda. Zorîna revankara cilkêt polîs an hêzêt parastina Iraqî li ber wane.

Ji layekê dîve, xirapkara bi kêmî 16 kes li seranserî Iraqê kuştin.

Nizîkî bajêrê Musil, hêrişberekê xwekuj otombîla xwe nizîkî xaleka vekolînê peqand û çar serbazêt Kurd yêt Iraqî kuştin.

XS
SM
MD
LG