Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbîya û Albanî ser Kosovoyê danûstandinan diken


Karbidestên Serb û Kosovoyî bi navberîya Neteweyên Yêkgirtî li Vîyanayê gerreke dî ya danûstandinan diken û vê carê behsê piştrastkirina mafên kêmanîyên nijadî li wê wîlayeta Serbîyayê diken.

Nûnerên civaka Serbên Kosovoyê nahêne kombûna îro ji ber ku ew qebûl naken ku wan, bi gotina wan, ''linav welatê wan wek kêmanîyê binav biken,'' lê nûnerên hikûmeta Serb têda beşdar in.

Daxwaza Albanîyên Kosovoyê serxwebûne, lê Serbîya dixwazît pşçekê kontrola wê li ser wê herêmê hebît.

Neteweyên Yêkgirtî dibêjît her du alîyan di danûstandinan da heta niha çi pêşveçûn nekirîye.

XS
SM
MD
LG