Breaking News

Êrişkerê xwekuj li Necefê 35 mirov kuştin

Karbidestên Îraqî dibêjin êrişkerekî xwekuj li nêzîkî Mizgefta Îmam Elî li bajêrê Necef bi kêmî ve 35 mirov kuştîne, 120 kes jî birîndar kirîne.

Polîs dibêjin wî êrişkerî roja Pêncşembî bombeyên bi xwe ve girêdayî peqandîne piştî ku ew hatî rawestandin li niqteyeke parastinê ya nêzîkî wê mizgeftê, ku ji Misilmanên Şî’e ra yêk ji cihên herî pîroz e. Nivîsgeha melayê mezin yê Şî’eyan, Ayetullah Elî Sistanî, jî nêzîkî wêrê ye.

Serokwezîrê Îraqê Nurî El Malîkî di daxûyanekê da ew êriş kirê stûyê ‘‘Tekfîrîyan,’’ anku tundrêyên Sunnî, û piştevanên Seddamî.

Komeleke serhildayên Sunnî ya bi navê ‘‘Cema’at El Sahaba’’ (Serbazên Hevrêyên Pêxemberî) bi belavukeke Înternetê got ew bi wê êrişê rabûye. Karbidest nizanin ka ew gotin rast e.

Di peqîyaneke dî li xwaringeheke Bexdayê da şeş mirov hatine kuştin.

Li New Yorkê, Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî bi dengên her 15 endaman demê xebata şandeya Neteweyên Yêkgirtî li Îraqê bi saleke dî dirêj kir. Neteweyên Yêkgirtî dibêjît nêzîkî 400 karmendên wê li Îraqê ne.

XS
SM
MD
LG