Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê çekdaran nivîsgeha YNKê şewitand

Polîsê Îraqê dibêjît çekdaran li bajêrê Kut êriş birîye ser nivîsgeha Yêkitîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) û agir berdayê avahîyê.

Polîs dibêjît li demê wê êrişa roja eynî li wî bajêrê bi pirranî Şî’e, li başûra rojhilata Bexdayê, nobedarekî nivîsgeha wê partîya Kurdan birîndar bûye.

Karbidest dibêjin ew çekdar Şî’e bûn û ture bûn ji ber nîvîsareke li rojnameya fermî ya YNKê ku rexne li Ayetullah Mihemmed El Yaqubî digirtin. Wê nivîsarê ew melayê Şî’e gunehbar dikir û digot ew mela li bajêrê Kerkukê girjîya linav Erebên Şî’e û Kurdan aloz diket.

Serokê Îraqê Celal Talabanî, Sekreterê Giştî yê Yêkitîya Niştimanîya Kurdistanê, di daxuyanekê da mixwabinîya xwe ji wê bûyerê îna ziman û got wî hay ji nivîsarên wê rojnameya YNKê nîne berî ku ew têne belav kirin.

Ji alîyê dî ve, Leşkerê Amerîka dibêjît wî termên du serbazan vedîtîne ku paş ketina helîkopterekî li wîlayeta Enbar bêserûşûn bibûn. Leşkerî got wê dixûye ku helîkopter ji alîyê neyarî ve nehatîye êxistin.

XS
SM
MD
LG