Serok Bushî sipasîya karbidestên bizavên li dijî terorîzmê yên Amerîkî kir ji ber alîkarîya wan li jinavbirina nexşeyeke ji bo peqandina firrokeyên ji Londonê li ser rêya Amerîka.
Serok Bushî îro sera Navenda Xebata li dijî Terorîzmê ya nêzîkî Washingtona paytext da û li wê rê axift.
Wî pesna karbidestên Amerîkî da ji ber hevkarîya wan digel karbidestên Brîtanî da, cihê ku 23 bergûmanên wê pîlanê girtî ne.