Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerrê Îraqê li pileya herî dijwar e


Şer û lêkdan li Îraqê li pileya herî bilind e ji dagirkirina sala 2003yê were tevî kuştina rêberê el-Qaydê Ebu Mus’ab El Zarqawi li meha Xizîranê, li dû pêzanînên ji alîyê rayedarên leşkerê Amerîka li Îraqê.

New York Times dibêjît qumandarên leşkerî ew pêzanîn dayne wê rojnamê. Ew agahî nîşan diden ku jimara bombeyên lêva rê li meha Tîrmehê ji hemî mehên berî hingê pêtir bû.

Rojname dibêjît jimara êrişên rojane li dijî hêzên Amerîkî û Îraqî du caran hindî meha yêk bû.

Ew dibêjît li meha bihorî nêzîkî 2 hezar bombeyan peqîyan û armanca pirranîya wan hêzên bi rêberîya Amerîka bû.

Jimara kuştîyên ji serbazên Amerîkî di lêkdanan da pîçekê kêm bû, lê raporta rojnamê dibêjît niha pirranîya serbazên Amerîkî bi bombeyan têne kuştin.

XS
SM
MD
LG