Breaking News

Leşkerê Libnanê giheşte Lîtanî

Serbazên Libnanî li dû biryara bidawîînana şerrî ya Neteweyên Yêkgirtî li başûra wî welatî cih dibin.

Serbaz bi lorî, cîp û zîrîpuşan ji robarê Lîtanî derbas bûn û ber bi başûr, tixûbê Îsraîlê ve çûn. Karbidestên Libnanî dibêjin veguhastina bi temamî ya serbazan dê di 24 seetan da bête kirin.

Leşkerê Îsraîlê îro got wî ji xwe nivîya erdê jêrdestê xwe li başûra Libnanê veguhastîye bo hêza Neteweyên Yêkgirtî li herêmê (UNIFIL). UNIFIL jî dê kontrolê bidete leşkerê Libnanê.

Hêj ne rohn e ka dê çawa çekên Hizbullahê jê veken û ka kîjan welat dê serbazan bidene hêza berfirehkirî ya navneteweyî li başûra Libnanê.

Li dû peyaman Fransayê biryar daye ku zû 200 serbazan bişînît ji bo alîkarîya serbazên UNIFIL. Lê hêj xuya nîne ka Fransa, ku li bendê ne ku rêberîya hêza navneteweyî biket, dê pêtir serbazan bişînît yan ne.

XS
SM
MD
LG