Breaking News

Îran bersiva xwe ya fermî bo pêşnîyazên navokî da

Îran bersiva xwe ya fermî da welatên hêzdar yên dinyayê li ser pêşnîyazên wan ji ber tirsa bernameya Îranê ya navokî.

Alî Larîcanî ku nunerê serekî yê Îranê ye li ser danûstendinên navokî, bersiva nivîsî da destê nûnerên pênc endamên herdem yên Civata Tenahîyê û Almanya. Nunerên Îsvîçre yên li Tehranê nuneratîya Welatên Yekgirtî yên Amerîka dike ji ber ku Amerîka têkelîyên dîplomatîk bi Îranê re tuneye.

Li ser bersivê tu agahîyên dur û dirêj hêjî nehatîye ragihandin.

Welatên hêzdar yên dinyayê ku bizav dikirin ku Îranê razî bikin ji bo dev ji hin beşên bernameya xwe ya navokî berde, îro li benda Tehranê bûn ku Îran bersiva xwe bi rîya fermî bide ji bo wan pêşnîyazên ku wan pêşkêşî wê kiribûn.

Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaney roja duşemê got welatê wî biryara xwe daye ku berdewam be li ser bizavên xwe yên navokî. Wî careke din înkar kir ku Îran ne li bere çekên navokî çêke.

Ew şeş welat piştevanîya pêşnîyazên aborî û yên din dikin ku di meha şeş- Hezîranê de ji Îranê re hatibûn pêşkêş kirin.

Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî 31ê meha heyşt-Tebaxê wek muhlet dabû Îranê ji bo ku zaxkirina uranyumê rawestînê û eger ku Îran bi gotina wan nekir ew dê toleyan deynin ser.

Piştî daxuyanîya Ayetullah Xamaney ya roja duşemê, serok Bush got hîvîya wî ewe ku Civata Tenahîyê bi lez bilive û tiştekî bike.

Ji alîkî din ve tiştekî din bala dinyayê kişand ser nîyetên Îranê li ser vê mesela dawî; lêvekolên navokî yên navneteweyî dibêjin heftîya buhurî dema ku wan xwestine wek hercar vekolînên xwe yên normal bikin kes rê nedaye wan ku têkevin nav beşeke sazgeheke Îranê bo sutemenîyên navokî.




XS
SM
MD
LG