Breaking News

Welatên hêzdar yên dinyayê li ser bersiva Îran bi hev dişêwirin

Welatên hêzdar yên dinyayê li ser bersiva Îranê ya li ber pêşnîyazên ji bo sekinandina karê wê yê hessas yê navokî bi hev dişêwirin.

Daxuyanîyeke ku wezîrê derve yê Rûsya roja çarşemê da dibêje wê Moskow ji bo danûstendinên li ser vê meselê karê xwe bidomîne.


Li Parîsê wezîrê derve yê Fransa Philippe Douste-Blazy got eger Îran bixwaze vegere ser danûstendinan lazime zaxkirina uranyumê rawestîne.

Balyozê Amerîka bo Neteweyên Yekgirtî John Bolton dibêje Washington li ser bersiva Îranê difikire û kar dike belê herwisa amadeye ku tevî toleyên Neteweyên Yekgirtî gavên din jî bavîje eger Îran guh nede daxwaza wan ya ji bo rawestandina zaxkirina uranyumê.

Roja sêşemê Îran bi rîya fermî bersivê da pêşnîyazên ku tevî Almanya ji alî pênc endamên herdem yên Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî ve hatibûn pêşkêş kirin. Tu agahîyeke bi kûr û dirêjî nehatîye belav kirin di derbarê bersiva Îranê de belê Îran got ew amade ye ku ‘‘danûstendineke ciddî’’ bike li ser bernameya xwe ya navokî. Belê negot ka gelo ew dê heta muhleta ku Civata Tenahîyê dabû wan, heta 31ê meha heyşt-Tebaxê zaxkirina uranyumê rawestînin an na.

Welatên Yekgirtî û gelek ji hevalbendên wê yên Ewropî şikê ji Îranê dikin ku nîyeta wê ya çêkirina çekên navokî heye. Îran jî misêwa dibêje bernameya wê ya navokî bo armancên aştîyane ne.


XS
SM
MD
LG