Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropa jibo Libnanê daxwaza zêdekirina serbazan dike


Wezîrê derve yê Fînlandîya dibêje ew dixwazin ku di nav heftîya tê de li herêmê komeke serbazan li hêza aştîperez ya Neteweyên Yekgirtî ya Libnanê zêde bibe.

Vêgavê Fînlandîya serokatîya Yekîtîya Ewropayê dike.

Erkki Tuomioja piştî kombûnên bi karbidestên bilind yên Alman re roja pêncşemê li Berlînê bi peyamhinêran re peyivî. Ew dibêje dem ‘‘gelek girîng’’ e û ew hîvî dike ku endamên Yekîtîya Ewropayê heta roja înê bêjin ka ew dê çend serbazan bidin.

Jimareke welatên Ewropî gotîye ew dudil in bo şandina serbazan heta danana qaîdeyên şerrî ku aştîperez bikaribin xwe biparêzin.

Li gorî biryarnameya Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî ku şerê mehekê yê di navbera Îsraîlê û Libnanê de bi dawî anîbû wê 15 hezar serbazên din jî li hêza Neteweyên Yekgirtî ya li Libnanê zêde bibe.

Ji alîkî din ve serokê leşkerê Îsraîlê cara yekem eşkere kir ku kêmasî hene li nav şerê bi Hîzbullah re. Generalê hevser Dan Halutz ji leşker re di nameyekê de pişterast kir ku pirsgirêkên jêderî, kiryarî û fermanî hene.


XS
SM
MD
LG