Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya dibêje hêj zû ye li ser toleyan bi axivin ji bo Îranê


Wezîrê berevanîyê yê Rûsya Sergei Ivanov dibêje bi dîtina wî hêj zûye ku li ser toleyên Netewyên Yekgirtî bi axivin ji ber bernameya Îranê ya navokî.

Ivanov herwisa helwesta Rûsya dubare anî zimên û got lazime zêdetir wext bidine çareserkirina meselê bi rîya danûstendinan.

Roja pêncşemê hikumeta Bush gotibû ew hêj dixwazin mesele bi rîya dîplomasîyê bê çareser kirin. Belê herwisa peyivdarekî Wezareta Derve ya Amerîka Gonzalo Gallegos got dê Washington hewl bide ku bi lez tole li ser Îranê bê danan eger Îran li du biryarnameya Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yekgirtî, heta 31ê meha heyşt-Tebaxê zaxkirina uranyumê ranewestîne.

Di vê navê de serokê berê yê Îranê Muhammed Xatemî li Tokyo di civînekê de got zêdekirina sengîyê li ser Îranê bo dev ji bernameya xwe ya navokî berde dibe ku bibe sebebek ji bo kêşeyeke din li Rojhilata Navîn



XS
SM
MD
LG